1-Medya Erebî         2-Medya Tirkî         3-Medya Kurdî         4-kiryarên Behss li Rojavayê Kurdistan

                                                                                                                               

    

                                                       

 

 


 

 

                               Girtiyên Rojavayê Kurdistan

 

 

Xebat Şakir

22.06.2009 Oldenburg/ Almanya

xebatchaker@hotmail.com

 

Ji rojavayê Kurdistan, rojavayê ku di bin potîn û beryarên nijadperestên Bess de digevize, banga dîlên azadiyên ji ojdanê mirovatiyê re, ji ojdanê xwedî bextan re, ji ojdanê pênûsên azad û kesayetên welatparêz re heye.

 

Tenê ji serê sala 2009 an û vir ve zêdeyî 250 î girtî ketine zindanên rêcîma Behss û her wiha jî bi sedan yên ku hatine girtin û berdan hene. Esas meriv dikare bêje piştî beryarnama 49 an a ku di 10.09.2008 an de ji hêla rêcîma Sûrî ve ket jiyanê, gelê Kurd li Rojavayê Kurdstanê tev di girtîheke vekrî de dije.

Em tev di zanin bê bi çi hovîtiyê bavê Cudî ( Ahmed Huseyîn) di zindana rêcîma Bess de û her wiha jî, kevne parlementerê Kurd Mamoste Osman Silêman bi îşkenceya muxaberatên partiya Bess hat şehîd kirin.

 

Ji bo kesî din di zindanan de şehîd nekeve, pêwiste em tev bi yek dengî li girtiyên xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin çalakiyên ji bo girtiyan.

 

Yek ji van çalakiya 27 ê Hezîranê li bajarê Herne a Almanya ye.

 

27 ê Hezîranê roja ku em tev bi girtiyên xwe re dengê xwe bikin yek, roja ku em tev li dora ala azadiyê ya ku di destê wan de li ba debe  de li hev civin, roja xîreta netewiye, roja ku em hisabên biçûk li aliyekî deynin û bibin xelekên ji agir li dora girtiyên azadiyê, roja ku em tev bi hev re bêjin êdî bese ji belabûnê re, bese ji zilimê re. Navnîşana vê hevgirtinê 27.06.2009  li bajarê Herne ye.  Salona Melodie Am groß markt 13  44653 Herne/Almanya

Gelo em kurdê Rojavayê Kurdistan li Eurupa, emê çiqasî li vê çalakiyê xwedî derkevin?

Emê çiqasî ji bo serkeftina vî karê pîroz ked û xebatê bikin?

Bi tayîbetî Rewşenbîr, Hunermend û siyasetmedarên kurd li Almanya wê çiqasî piştgiryê bidin vê çalakiya hêja?

 

Ez bihêvîme ku ji bo serkeftina şeva Herne û kempaniya bi dîlên azadiyê re  her kes bi erkê xwe rabe û li girtiyên xwe xwedî derkeve û destê arîkariyê bi wan qehreman ve dirêj bike.

 

Ji bo piştgirya dîlên azadiyê

Dengê xwe hilde.

Bera li asîmanê bajarê Şamê bilind bibe,

bera di kerika guhê mijokên xwînê de bijene,

bera bibe hêvî, di dilê zarokên paşerojê de,

bera, bi dengê tembûra Binxetê re binale û biqîre,

dengê xwe hinekî din hilde, 

û hinekî din hilde,  

û hinekî din hilde,

Ji bo fedî bikin, neyarên azadiyê

dijminê miletan, dijên wekheviyê,

û bi hêrivin kelihên zilmê, zincîrên koletiyê,

dengê xwe hinekî din hilde û hinekî din hilde

ji bo geş bibin stêrikên azad,

ronî bikin tariya şevê

û şa bibe dilê girtiyan li bajarê Şamê,

Şa bibe dilê girtiyan li zindanên Kurdistanê

şah bibe dilê dayika girtiyên azadiyê

dengê xwe hinekî din hilde,

û hinekî din hilde, 

û hinekî din hilde.

Ji bo li hev bicivin penaberên Kurd li kolanên xelkê,

û bifirînin kevokên sipî nîşana aşîtiyê,

bilind bike dengê xwe

bighîne zanyarên dinê,

daku binvîsin li ser doza hêsîr û girtiyên li Şamê,

bilind bike dengê xwe,

ji bo dengê azad nemirê,

dengê xwe hinekî din hilde,

û hinekî din hilde, 

û hinekî din hilde.

 

 

 

 

 

 

        Kovan Xanikî             

            Lêkolîn:

1. kovara Hizil Zaxo rupelê .76 (PDF)

2. Lêkolîn (doc)